Keştiya herî mezin a Amerikayê gihîşt Deryaya Sor

07 adar 2026 05:39

Şerê Îranê gur dibe. Artêşa Amerîkayê mezintirîn keştiya balafirên şer rêkir Deryaya Sor.

Keştiya herî mezin a Amerikayê gihîşt Deryaya Sor

RûpelNews - Keştiya bi navê ‘USS Gerald R. Ford’, keştiya herî mezin a balafirên şer a Hêzên Deryayî yên Amerîkayê, gihîşt Deryaya Sor. Hat ragihandin ku keştî, ji ber aloziyên zêde yên van demên dawî li Rojhilata Navîn, ji bo herêmê hatiye şandin.

Li gorî raporeke Enstîtuya Deryayî ya Amerîkayê (USNI), keştiya hewayî dê erkê xwe wekî beşek ji plana DYAyê ya ji bo xurtkirina hebûna xwe ya leşkerî li herêmê pêk bîne.

Wezareta Berevaniyê ya DYAyê (Pentagon) her wiha wêneyên keştiya USS Gerald R. Ford û keştiya tunekirinê ya DYAyê USS Bainbridge (DDG-96) ku di Kanalê Suezê re derbas dibûn, bi raya giştî re parve kirin.

Du keştiyên balafirên şer yên DYAyê li herêmê ne

Bi hatina Fordê re li Deryaya Sor, hejmara keştiyên balafirên şer yên DYAyê ku di heman demê de li herêmê di peywirê de ne, bûn du.

Dema ku USS Gerald R. Ford li Deryaya Sor bi cih bûye, USS Abraham Lincoln (CVN-72) li Kendava Omanê di peywirê de ye.

Li gorî analîzên çavdarên şer, piştî derketina şer bi Îranê re, rêveberiya Washingtonê hebûna xwe ya leşkerî li Rojhilata Navîn gihandiye yek ji astên herî bilind ên salên dawî.

Şerî 28ê sibatê dest pê kir

Îsraîl û DYA di 28ê Sibatê de, di dema ku danûstandinên di navbera Tehran û Washingtonê de berdewam dikirin de êrîşên leşkerî li dijî Îranê pêk anîn.

Îranê li dijî Îsraîlê û herwiha li dijî Kuweyt, Qeter û Mîrnişînên Erebî yên Yekbûyî, ku baregehên DYA lê hene, tol hilda.