Meteoreke mezin li esmanên Amerikayê teqiya
Meteorek ku li ser bakurê rojhilatê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ( DYA) ket nav atmosferê, perçe bû û enerjiyeke bi qasî 300 ton TNTyê derxist holê. NASAyê ragihand ku teqînê li ser bakurê rojhilatê Massachusetts û başûrê rojhilatê New Hampshireê rûda.
RûpelNews - Berpirsên NASAyê diyar kirin ku meteor bi leza zêdetirî 120 hezar kîlometre di saetekê de ketiye atmosferê û li bilindahiya nêzîkî 64 kîlometreyan teqiyaye. Ji ber teqînê li herêmê dengên bilind hatin bihîstin, di heman demê de hin niştecihan ragihandin ku wan hejîn hîs kiriye.
Berpirsan diyar kirin ku ev kevirên mezin ne girêdayî tu barana meteoran bû, ne jî bermahiyên fezayê an perçeyek satelaytê bû, lê belê kevireke ezmanî yê xwezayî bû.
Di 2013an de li asîmanên Rûsyayê jî teqîya bû
Bûyera teqîna meteorê ya ku di sala 2013an de li ser bajarê Çelyabînsk ê Rûsyayê qewimî û bi hezaran kes birîndar kiribûn, anî bîra mirovan. Lêbelê, li gorî NASAyê, enerjiya ku di bûyera dawî de hatibû berdan, ji ya teqîna Çelyabînskê gelek kêmtir bû.
