Serokê CHPê Özgür Özel bernama xwe ya Diyarbekirê betal kir û dadigere Ankara
PeyamaKurd – Serokê CHPê Özgür Özel li ser qewimandina ser tesîsên TUSAŞê ya li Kahramankazan a Ankara, bernama xwe ya li Diyarbekirê betal kir û dadigere Ankara. Özel, bûyerê di bernama zindî de hîn kir.
Özel, piştî qewimandina li ser TUSAŞê, bi kesên ku pê re seredana Diyarbekirê kirine yên endamên Meclisa Partiyê û Komîta Rêvebira Navendê, bi awayekî awarte civiya û li ser bûyerê û pêvajoyê şiroveyan kirin.
Civîna wan nîv seet dewam kir, biryara betalkirina bernamê dan da dagerin Ankara û bang kirin ku Rêvebiriya Îdarî ya Navendî ya CHPê li Ankara bicive.
Heya Özel û kesên pê re bigihên Ankara, wê civîn di bin serpereştiya sekretera giştî ya CHPê Selin Sayek Böke de bibe. Heyetekî ji cîgirên serokê giştî yê CHPê û parlementeran pêk were, wê herin seredana TUSAŞê.
Özel, hem bi wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê bi Ali Yerlikaya re di rêya telefonê de axifî.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin