Serok Barzanî û Nûnera NY astengiyên li ber proseya siyasî ya Iraqê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 2yê Adarê pêşwazî li Nûnera Taybet a Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) li Iraqê Jeanine Plasschaert kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, pêşhatên dawî yên nava proseya siyasî ya Iraqê, pêngavên destûrî yên pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê û rêyên ji bo derbaskirina astengiyên siyasî hatin guftûgokirin.
Di civînê de, pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de û hewlên ji bo hevahengî û karên hevbeş ên hikûmeta Herêmê û hikûmeta Bexdayê hatin gotûbêjkirin û rola NY di wê mijarê de hat destnîşankirin.
Herwiha di civînê de rewşa siyasî û guhartinên dawî yên li ser asta herêmê û navdewletî jî hatin axaftin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin