Serok Barzanî û Kazimî rewşa dawî gotûbêj kirin

24 gulan 2026 19:41

Serok Mesûd Barzanî pêşwaziyê li kesayetiyê siyasî û Serokwezîrê berê yê Iraqê Mistefa Kazimî kir.

Serok Barzanî û Kazimî rewşa dawî gotûbêj kirin

RûpelNews - Li gorî daxuyaniya Baregeha Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî û geşedan û guhertinên dawî yên herêmê bi giştî hatin gotûbêjkirin.

Di beşeke din a hevdîtinê de ronahî xistin ser rewşa siyasî ya Iraqê û her wiha hemahengiya navbera aliyên siyasî yên Iraqê hate nirxandin.