Serok Barzanî û Faleh Feyaz pistgirî dan Serokwezîrê Iraqê

27 cotmeh 2019 21:27
Serok Barzanî û Faleh Feyaz pistgirî dan Serokwezîrê Iraqê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro pêşwazî li Şêwirmendê Asayîşa Niştimanî ya Iraqê Faleh Feyaz û şanda pê re kir.

Li gorî ragihandina malpera fermî ya Serok Barzanî, di hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên emnî û siyasî yên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê hatin nirxandin û ronahî xistin ser mayîna gefa terorê û bandorên wê yên li ser nearamî û asayîşa Iraq û herêmê.

Di beşeke din a civînê de peywendiyên Hewlêr û Bexdayê xistin ber behs û guftûgoyan û tekez li ser berdewamî û bihêztirkirina wan peywendiyan û bi navê çareserkirina bingehîna kêşeyên di navbera her du aliyan kirin.

Derbarê girjî û xwepêşandanên Bexda û parêzgehên başûrê Iraqê de jî di civînê de danustandina bîr û ramanan hat kirin û her du alî palpiştiya xwe ji bo Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî bo bicihkirina reform û çaksaziyan û daxwazên rewa yên hemwelatiyan û xwepêşanderan anîn ziman.