Serok Barzanî û Balyozê Îranê rewsa herêmê gotûbêj kirin
PeyamaKurd - Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Îranê li Bexdayê kir û di wî hevdîtinê de rewşa siyasî û pêşhatên Iraq û herêmê gotûbêj kirin.
Serok Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya Îrec Mescidî Balyozê nû yê Komara Îranê li Iraqê kir.
Di hevdîtinê de peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê gotûbêj kirin û ronahî xistin ser çaremîn konferansa pêşxistina pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de ku li bajarê Hewlêrê hatiye sazkirin û bi pêngaveke girîng û serkeftî dan zanîn ku dibe sedema bihêztirbûna pêwendiyên aborî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Komara Îslamî ya Îranê de.
Herwiha di civînê de derbarê rewşa siyasî û pêşhatên Iraq û navçeyê de danûstandina bîr û ramanan kirin.
Hêjayî gotinê ye di vê civînê de Murteza Ebadî Konsolê Komara Îslamiya Îranê li Hewlêrê amadebû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin