Serok Barzanî tevlî sersaxiya Mihemed Mela Qadir bû
PeyamaKurd- Mihemed Mela Qadir bi salan endamtiya polîtburoya PDK ê kiribû û pêşmergeyekî şorişger yê berê bû. Temenê wî li dora 90 salan bû. Mihemed Mela Qadir do koça dawiyê kir û serok Mesûd Barzanî bi munasebeta koça wî ya dawiyê peyameka sersaxiyê belav kiribû.
Li payîtexta Kurdistanê li Hewlêrê îro merasima sersaxiyê bo Mihemed Mela Qadir hat danîn û serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî tevlî merasima sersaxiyê bû.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin