Serok Barzanî: Spasiya bingeha Lalis dikim
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî îro peyamek ji bo 12 Gulanê, 29 saliya damezirandina bingeha rewşenbîrî ya Lalişê peyamek belav kir.
Bingeha rewşenbîrî ya Lalişê roja 12 Gulana 1993 hat damezirandin.
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan,
Endamên birêz yên desteya bilind ya bingeha rewşenbîrî ya Lalişê,
Bi helkefta bîst û neh slaiya damezirandina bingeha Laliş, pîrozbahiyên xwe arasteyî we yên birêz û endam û kadrên bingeha Laliş û hemû xwişk û birayên Êzîdî dikim. Spasiya bingeha Laliş dikim ku ji destpêka damezirandinê ve heta niha berdewam di xizmeta kultura gelê Kurdistanê û parastin û pêşvebirina rewşa kulturî û nerîtên civaka Êzîdî bûye.
Hêvîdar im berdewam di pêşketin û geşbûnê de bin û aramî û xweşiyê ji bo hemû xwişk û birayên Êzîdî dixwazim. Her serkeftî bin.
Bimînin di xêr û xweşiyê de.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin