Serok Barzani sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest

12 adar 2026 12:00

Serok Mesûd Barzani, di peyamekê de piştî koça dawî ya Salih Muslim, sersaxî ji malbat û hezkiriyên wî re xwest.

Serok Barzani sersaxî ji malbata Salih Muslim re xwest

RûpelNews - Serok Mesûd Barzani ji bo koça dawî ya, hevserokê berê yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD), Salih Muslim ku duh li Hewlêrê koça dawî kir, peyamek sersaxiyê weşand.

Di peyama xwe de, Serok Barzani sersaxî ji malbat û hezkiriyên Salih Muslim re xwest û got:

"Ez sersaxiyê ji malbat û hezkiriyên rehmetî Salih Muslim re dixwazim û ji Xwedê lava dikim ku giyanê wî di bihuştê de aramî bike.

Inna lillahi we inna ilayhi raci'un" (Bê gûman em ji Xwedê hatin, û vegera me liba wîye).