Serok Barzanî pîrozbahiyê li boksorê kurd dike
Serok Mesûd Barzanî pîrozbahî li boksorê kurd Badîn Haso kir ji ber bidestxistina sernavê navneteweyî yê WBCyê di şampiyoniya ku li Almanyayê hat lidarxistin de.
RûpelNews - Boksorê kurd Badîn Haso di maçekê de ku li Oberhausen a Almanyayê hat lidarxistin, li hember hevrikê xwe yê meksîkî Vîktor Ramos bi ser ket, kembera şampiyoniya Navneteweyî ya WBCyê bi dest xist û di kariyera xwe de gihîşt kembera sêyemîn.
Serok Mesûd Barzanî peyameke ku li ser medyaya civakî parve kir û pîrozbahî li Badîn Haso kir:
"Ez şampiyonê kurd Badîn Haso ji bo bidestxistina kembera xwe yê sêyemîn bi serketina di Şampiyoniya Navneteweyî ya WBCyê de li Almanyayê pîroz dikim. Destxweşiyê lê dikim û hêviya serkeftinên zêdetir jê re dixwazim. Cihê xweşhalî û şanaziyê ye ku gênc û lawên kurd li meydanên werzişiyên nêvdewletî de serkeftinên mezin bidest dixin û navê kurd û Kurdistanê li cîhanê didin nasîn.”
Serkeftinên Badîn Haso
Badîn Haso bi alê Kurdistanê û wêneyê rêberê nemir ê kurd Mele Mistefa Barzanî ket rîngê.
Haso di nêzîkî 3 deqe û nîvan de bi ser ket.
Boksorê kurd berê Kembera Şampiyoniya Asyayê ya WBC û Kembera Sernavê Zîvîn a Navneteweyî ya WBC bi dest xistibû.
