Serok Barzanî pêswazî li sanda Yekîtiya Ewropayê kir
14 adar 2022 19:15
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, îro Duşemê pêşwazî li şandeke Yekîtiya Ewropayê (YE) ya bi seroktiya Balyozê Bexdayê yê YE Ville Varjola kir.
Di hevdîtinê de, êrîşa doh bi şev a bi moşekên balîstîk a Supaya Pasdarên Îranê bi ser Hewlêrê de, hat axaftin.
Herwiha di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê, xebatên avakirina hikûmeta nû ya Iraqê, gefên terorê û kêşeya koçberiyê hatin nirxandin.
Balyozê YE Ville Varjola, ji ber rojbûna Barzaniyê Nemir, pesndayîna rola Mele Mistefa Barzanî di têkoşîna gelê Kurd de kir.
Varjola di hevdîtinê de, bal kişand ser dostaniya gelê Kurdistanê bi Yekîtiye Ewropay3e re û nîgeraniya xwe ji bo êrîşa moşekî ya Îranê bi ser Hewlêrê de anî ziman.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Serok Barzanî pêswazî li sanda Yekîtiya Jinên Kurdistanê kir
12 brf 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin