Serok Barzanî: PDK çiqas bi hêz bibe, Kurdistan jî ewqas bi hêz dibe

16 tebax 2024 16:07
Serok Barzanî: PDK çiqas bi hêz bibe, Kurdistan jî ewqas bi hêz dibe

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya salvegera damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) peyamek belav kir.

Serokê PDKê Mesûd Barzanî di peyama xwe de diyar kir ku ev partî ji bo rizgariya gelê Kurd hatiye avakirin û 78emîn salvegera damezirandina PDKê li hemû gelê Kurd û gelên Kurdistanê pîroz kir.

Serok Mesûd Barzanî di peyama xwe de vê gotarê pêşkêş kir:

“Bi boneya 78 saliya damezrandina PDKê pîrozbahiyê li hemû xebatkar, endam û alîgirên PDKê dikim.

"Damezrandina PDKê ji bo domandina berxwedana gelê Kurd pêwîstiyeke dîrokî bû"

Ez serxweşiyê li malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û hemû pêkhateyên Kurdistanê dikim. Di demekê de ku hemû dijmin û dagîrkerên Kurdistanê hewla astengkirina Kurdistanê û têkbirina şoreş û azadiya gelê Kurd didan, di 16ê Tebaxa 1946an de avakirina PDKê di bin serokatiya Nemir Mistefa Barzanî de, domandina xebat û berxedana gelê Kurd, pêwîstiyeke dîrokî bû.PDK ji destpêka damezrandina xwe ve, ji bo bidestxistina armancên xwe yên demokratîk û neteweyî yên gelê Kurdistanê, bûye navgineke zehmetkêş. Di 78emîn salvegera damezrandina PDKê de, ez dixwazim vê yekê bi bîr bixim ku PDK ji bo rizgarî û xizmetkariya gelê Kurdistanê hatiye damezrandin. PDKê her doza rewa ya serkeftina gelê Kurdistanê parastiye.

"PDK çiqas bihêz bibe, Kurdistan jî ewqas bihêz dibe"

Ji bo vê jî divê hemû endamên PDKê hay ji mezinahiya dîroka partiya xwe, qurbanîdan û şehîdên xwe hebin û erkên xwe yên di xizmeta Kurdistanê de bi awayekî herî baş pêk bînin. Hemû dost û dijminên gelê Kurdistanê dizanin ku PDK çiqas bihêz bibe, Kurdistan jî ewqas bihêz dibe."