Serok Barzanî: Pêwîste çandinî bibe kerta sereke ya aboriya Kurdistanê

05 gulan 2019 18:58
Serok Barzanî: Pêwîste çandinî bibe kerta sereke ya aboriya Kurdistanê

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 5ê Nîsanê pêşwazî li cotkarên Kurdistanê kir.

Malpera fermî ya Serok Barzanî ragihand, roja yekşem 05.05.2019 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî ligel Nûnerên Cotkarên Kurdistanê civiya.

Di vê civînê de Nûnerên Cotkarên Kurdistanê behsa girift û kêşeyên xwe kirin û herwiha babeta ji aliyê Hikûmeta Bexda ve pênedana dirav û şayesteyên darayiyê cotkarên Kurdistanê, ligel Serok Barzanî guftûgo kirin.

Cotkaran daxwaz ji Serok Barzanî kir ku hewla çareserkirina wan kêşeyan bide, herwiha spasî li Serok Barzanî kirin ku bi dengê daxwazên wan û xelkê beşa wan hatiye xwarin ve hatiye.

Serok Barzanî tekez li ser girîngiya cotkaran li jiyana aboriya Kurdistanê kir û got ku li qonaxa şoreşa Eylûlê cotkaran roleke mezin di piştîvanîkirina şoreşê de hebûye û çavkaniyeke berdewam ya şoreşa Eylûl û palpiştîkirina Pêşmerge bûn.

Serok Barzanî ronahî xiste ser girîngiya kerta çandinê û bi pêwîst zanî kerta çandinê geş bibê û bibê kerta serekiya aboriya Kurdistanê.

Di beşek din a axaftina xwe de Serok Barzanî piştevaniya xwe ya tevahî ji bo daxwaziyên cotkarên Kurdistanê ragihand û dûpat kir, “Ewa li ser cotkarên Kurdistanê hatiye kirin zilmeke eşkere ye û hemû hewlan jî didin ji bo vegerandina maf û diravê cotkarên Kurdistanê ku li cem Hikûmeta Iraqê maye.”