Serok Barzanî pêswaziya Serokê Hevpeymaniya Ezîmê, Semerrayî kir

29 cotmeh 2024 18:01
Serok Barzanî pêswaziya Serokê Hevpeymaniya Ezîmê, Semerrayî kir

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî li Selahedînê pêşwaziya Serokê Hevpeymaniya Ezîmê Musena Semarrayî kiriye.

Di daxuyaniya ofîsa Serok Barzanî de hat ragihandin ku îro Serok Barzanî pêşwaziya serokê Hevpeymaniya Ezîmê Samerrayî kiriye.

Di heman daxuyaniyê de hatiye gotin ku di hevdîtinê de rewşa siyasî ya Iraqê û pêşhatên dawî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatine gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, di civînê de behsa hilbijartinên dewra 6an ya Parlamentoya Kurdistanê jî hatiye kirin, serokê Hevpeymaniya Ezîmê ji ber serkeftina hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê pîrozbahî li Serok Barzanî kiriye.