Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Kuweytê yê Iraqê El Ferec kir

20 gulan 2024 17:11
Serok Barzanî pêswaziya Balyozê Kuweytê yê Iraqê El Ferec kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Pîrmamê, Balyozê Kuweytê yê Iraqê Tariq Ebdullah El-Ferec pêşwaziyê kir.

Di hevdîtina Serok Barzanî û Balyozê Kuweytê El-Ferec a ku Konsulê Giştî yê Kuweytê yê Hewlêrê Osman Dawûd jî amade bû de, Balyozê Kuweytê silavên Mîrê Kuweytê arasteyî Serok Barzanî kir.

Balyoz El-Ferec, ji ber aramiya Herêma Kurdistan û Iraqê û kûrkirina pêwendiyên di navbera gelê Kurdistan û Kuweytê de, pesnê rola dîrokî ya Serok Barzanî da û tekezyê li dostanî û pêşxistina pêwendiyên Kurdistan û Kuweytê kir.

Di hevdîtinê de Serok Barzanî jî amaje bi êşên hevbeş ên gelê Kurdistanê û gelê Kuweytê û pêwendiyên di navbera gelê Kurdistanê, welat û serkirdayetiya Kuweytê de dîrokî nirxand û vê pêwendiyê gring û dostane binav kir.

Serok Mesûd Barzanî û Balyozê Kuweytê Tariq Ebdullah El-Ferec di hevdîtinê de her wiha pêvajoya siyasî ya Iraqê jî gotûbêj kirin.