Serok Barzanî: ‘Naxwazim heta mirinê wek Serokê PDKê bimînim’
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 3yê Mijdarê di Kongreya 14an a Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de, gotarek pêşkêş kir û got, “Li cem min nav û erkê herî mezin û pîroz, Pêşmergetî ye û ez Pêşmerge me.”
Serok Barzanî li ser careke din hilbijartina xwe ya wekî serokê PDKê got: “Pir bi dil spasiya we dikim ji bo vê baweriyê, şerefeke mezin e ku ez di xizmeta we de me, ez dixwazim ji dil ve ji we re bibêjim, ez her çi bim, li cem min nav û erkê herî mezin û pîroz Pêşmergetî ye û ez Pêşmerge me.”
‘Naxwazim heta mirinê wek serokê PDKê bimînim’
Serok Mesûd Barzanî diyar kir: “Ez ne ji wan kesan im ku dixwazin heta bimirin, serok yan berpirs bin, min dixwest keşeke wisa dirust biba li Herêm û navçeyê, min di vê kongreyê daxwaza destûrê ji we xwestiba, çimkî hemû destpêkek dawiyeke wê heye, hemû mirov çiqas mezin bin û di çi pile û payekekê de bin, di encamê de rojek tê we bi cih dihêlin.”
‘Dixwazin ji we re bibêjim, Emanetê Xweda bin’
Di beşeke din a axaftina xwe de Serok Barzanî da zanîn: “Ez jî mirovek im weke yek ji wan kesan, em bixwazin jî nexwazin jî, hûn bixwazin jî nexwazin jî, rojek îradeya Xweda li ser bû, ez we bi cih dihêlim. Ev tiştekî sirûştî ye. Lê belê înşallah, di kongreya bê de em zûtir bikin, ez bikarim wê niyetê pêk bînim, çimkî ez naxwazim mirin min ji we cuda bike, dixwazim beriya wê, ji we re bibêjim, emanetê Xweda bin.”
'Cenabê Barzanî beriya wefat bike wesîyet li min kir...'
Serok Barzanî di dewamê de got: “Her mirovek di jiyanê de hinek taybetmendiyên xwe hene, yên me jî hene, Cenabê Barzanî beriya wefat bike, wesiyet kir li min û Kak Îdrîs, got divê hûn yek giyan bin di du qaliban de, her dem ez amade bûm xwe li şûna Kak Îdrîs deynim, li şûna wî bim, qeder di destê mirov de nîne, di destê Xwedê de ye, bi Xwedê eger bijarde di destê min de bûya, min xwe li şûna Kak Îdrîs dadianî, ez biçim û Kak Îdrîs bimîne.”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin