Serok Barzanî navenda PDKê ya Duhokê ziyaret kir
PeyamaKurd- Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî îro seredana bajarê Duhokê kir û navenda PDK ê ziyaret kir. Barzanî ji aliyê serokê PDKê yê bajêr û gelek kesan de hat pêşwazîkirin.
Serok Barzanî civînekî li dar xist û di civînê de pêşdeçûnên dawiyê, pirsgirêkên bajarê Duhokê û bo ximeteka baştir bo bajêr, divê çi bên kirin, bi rêvebiran re guftûgo kir. Serok Barzanî bo pêşmerge û xelkê Duhokê sipasiya xwe kir û behsa berxwedana wan ya li dijî DEAŞê kir û hembêzkirina wan ya bo koçberan teqdîr kir.
Serok Barzanî behsa girîngiya rola terefdarên PDK ê û kadroyên wê kir û got di dema herî zor de xizmeta kadroyan û rola wan di xizmetê de bilind nirxand.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin