Serok Barzanî nameyeke pîrozbahiyê pêskesî Serokê Amerîka Joe Biden kir
21 rêbendan 2021 19:30
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serok Mesûd Barzanî nameyeke pîrozbahiyê pêşkeşî Serokê Amerîka yê nû Joe Biden kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.
Malpera fermî ya Serok Barzanî, naveroka peyama Serok Barzanî ya bo Serokê Amerîka Joe Biden belav kir ku tê de ji bilî pîrozbahiyê, daxwaza serkeftina wî di erkê wî yê nû de dike.
Serokê 46emîn yê Amerîkayê Joe Biden, doh bi merasîmekê sond xwar û dest bi kar kir.
Joe Bidenê ku dostaniyeke wî ya baş ligel Serok Barzanî heye, di hilbijartina 3yê Mijdara 2020an a seroktiyê ya Amerîka de li hember hevrikê xwe Donald Trump bi ser ketibû û wekî serokê nî yê Amerîkayê hatibû hilbijartin.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Aborî
Peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Barzanî ji bo Duhok SK
24 trm 2024
Kurdistan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin