Serok Barzanî Mewlid li Misilmanan pîroz kir

20 mijdar 2018 00:06
Serok Barzanî Mewlid li Misilmanan pîroz kir

PeyamaKurd - Serok Barzanî bi minasebeta salvegera ji dayikbûna pêxemberê Îslamê Muhemed, pîrozbahî li misilmanên Cîhanê, Iraq û Kurdistanê kir û hêvî kir ku ji bo gelê Kurdistanê û navçeyê bi giştî veke û bibê sedema dawî hatina zulm û tundî û çewsandina miletan.

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got: “Bi helkefta salvegera ji dayikbûna Pêxemberê me yê mezin Mihemed Mistefa (Silavên Xwedê li ser bê) pîrozbahiyê li hemû misilmanên cîhan û Iraq û misilmanên Kurdistanê bi taybetî dikim.

Hêvîdarîn ev helkefta pîroz sedemeke dinê bi hêzbûna peyama aştî û birayetî û pêkvejiyan û lêborînê bê.

Ji xwedayê mezin dixwazîn ev helkefta pîroz dergeha xêr û xweşî û bereketê ji bo gelê Kurdistanê û navçeyê bi giştî veke û bibê sedema dawî hatina zulm û tundî û çewsandina mîlletan.”