Serok Barzanî li Zaxo ye: Bi pêkhateyên cuda yên bajêr re dicive
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, piştî serdanên xwe yên Duhokê û herêma Badînanê îro Yekşemê 20ê Tebaxê gihîşt Zaxoyê. Tê çaverêkirin Serok Barzanî li Zaxoyê bi çîn û pêkhateyên cuda yên bajar û derdora wê re hevdîtinan bike û guh bide nêrîn, daxwaz, têbînî û gazinên welatiyan.
Serok Barzanî îro 20ê Tebaxê danê sibê gihîşt baregeha Liqê Heştem ê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Zaxo û dê bi zêdetirî 1500 kesên ji beşên cuda yên bajêr re bicive û guh bide daxwaz û nêrînên wan.
Derbarê serdana Serok Barzanî de, Rêveberê Liqê Heştem ê PDKê li Zaxoyê Hakim Pîro got: “Îro ji bo me wek xelkê Zaxoyê, bi sedema hatina Serok Barzanî bo bajarê me, rojeke girîng û dîrokî ye. Zaxo û Serok Barzanî du tişt in ku qet ji hev nayên cudakirin. Serok Barzanî çendîn caran gotiye ‘Zaxo dil û canê min e’ ku ji ti herêmeke din re wiha negotiye. Gelê vê herêmê jî gotinên Serok Barzanî bi giringî dizanin.”
Hekîm Pîro diyar kir: “Serok Barzanî dê ligel çîn û pêkhateyên cuda yên Zaxoyê, bazirgan, malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên dêrîn, rêxistinên girseyî, girtiyên siyasî û enfalkiriyan ku hejmara wan zêdetirî 1500 kesî ye, bicive. Welatî jî dê gilî, gazinde û daxwazên xwe bigihînin Serok Barzanî, Serok Baranî jî dê rasterast bersiva wan dide.”
Berpirsê Liqê Heştem ê PDKê li Zaxo da xuyakirin: “Ev ne cara yekem e ku Serok Barzanî serdana Zaxoyê dike, lê tiştê ku vê serdanê ji serdanên din cuda dike, beşdarbûna kasibkaran di civînê de ye. Ji ber ku piraniya wan kesên ku îro bi Serok Barzanî re dicivin kasibkar (esnaf) in ku dahata wan a mehane nîne û rojane debara xwe dikin .”

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin