Serok Barzanî: Leyla Qasim azadîxwaza Kurdistanê bû

12 gulan 2026 11:31

Serok Barzanî di salvegera şehîdbûna Leyla Qasim de peyamekê belav kir û got: "Leyla Qasim mînaka sembola azadîxwaza Kurdistanê bû ku ji bo azadiya gelê xwe canê xwe feda kir."

Serok Barzanî: Leyla Qasim azadîxwaza Kurdistanê bû

RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî 52. salvegera şehîdkirina Leyla Qasim û hevalên wê bi bîr anî û ew wekî mînakên pêşeng û sembolên berxwedanê bo hemû azadîxwazên Kurdistanê wesif kirin.
Di daxuyaniyeke li ser hesabê xwe yê fermî yê platforma "X"ê de, Serok Barzanî tekez kir ku şehîd Leyla Qasim û hevalên wê "ji bo azadî û rûmeta gelê xwe bi mêrxasî canê xwe feda kirin" û da zanîn ku fedakarîyên wan dê di hişê neteweya Kurd de her zindî bimînin. Wî di dawiya peyama xwe de silavên rêz û hurmetê ji bo ruhê wan ê pak û ruhê hemû şehîdên riya azadiyê şandin.

Leyla Qasim kî ye?
Leyla Qasim di sala 1952an de li bajarê Xaneqînê ji dayik bûye û wekî yek ji çalakvanên herî çalak di nav Yekîtiya Xwendekarên Kurdistanê de derketiye pêş. Di destpêka salên heftêyî de ji bo temamkirina xwendina xwe ya zanîngehê çûye Bexdayê û li wir xebata xwe ya siyasî ya nepenî li dijî sîtemkariyê berdەvam kiriye.

Sêdare û sembola neteweyî
Leyla Qasim di sala 1974an de, ji aliyê desthilatdarên rejîma Baasê ve tevî çar hevalên xwe hatin girtin û di 12ê Gulana heman salê de cezayê sêdarekirinê li ser wan hat bicihanîn. Leyla Qasim di dîrokê de wekî yekem jina Kurd tê naskirin ku ji aliyê rejîma berê ya Îraqê ve ji ber ramanên xwe yên neteweyî û siyasî hatibe sêdarekirin. Ev yek bû sedem ku ew bibe îkoneke neteweyî û mînaka berxwedana jina Kurd li hemberî sîtem û zilmê.