Serok Barzanî ji serokê PDK-Sê re sersaxî xwest

18 berfanbar 2019 20:05
Serok Barzanî ji serokê PDK-Sê re sersaxî xwest

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê, bi sedema wefata pismamê wî peyameke serxweşiyê pêşkeşî Sekreterê Giştî yê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Suriye (PDK-S) Siûd Mela kir, bi boneya koça dawiyê ya pismamê wî.

Nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar û Endamê Encûmena Rawêjkariyê ya PDK-Sê û berpirsê ragihandina navendî ya PDK-Sê Ekerem Mela doh 17ê Kanûnê li nexweşxaneyeke Şamê koça dawiyê kiribû.

Peyama Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Birayê birêz Kak Siud Mela Sekreterê Partiya Demokrata Kurdistan - Sûriye

Bi xemeke zêde ve nûçeya koça dawî ya pismamê we yê birêz, xwedê jêrazî Ekrem Seîd Mela gihîşt me. Serxweşiya xwe pêşkêşî we yên birêz û malbat û kesûkarên we dikim û xwe bi hevbeşê xema we dizanim. Ji xwedayê mezin hêvîdar im xwedê jêrazî bi bihûşta fireh şad bike û hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî

18.12.2019