Serok Barzanî ji Mustefa Kazimî re serkeftin xwest

07 gulan 2020 14:27
Serok Barzanî ji Mustefa Kazimî re serkeftin xwest

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî bi peyamekê hilbijartina Mustefa Kazimî bo serokwezîriya Iraqê pîroz kir û serkeftin jê re xwest.

Serok Barzanî di peyama xwe ya li twitterê hatiye belavkirin de dibêje, bi hêvîya dabînkirina ewlehî û seqamgeriyê li welat, pêşxistina pêwendiyên bi Herêma Kurdistanê û çareserkirina asteng û pirsgirêkan di erka wî de serkeftinê jê re dixwazim.