Serok Barzanî: Gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewa ye
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li Selaheddîn pêşwaziya şandeke Hevpeymaniya Feth bi Serokayetiya Ebu Cîhad kir.
Di hevdîtinê de şanda Hevpeymaniya Feth ji bilî balkişandina li ser rol û pêgeha Partiya Demokrata Kurdistanê ya li dîrokê û niha û paşaroja Kurdistan û Iraqê de tekez li ser çareserkirina kêşeyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê kirin. Her wiha ewe jî dûpat kir ku vekirina rûpeleke nû ya peywendiyên di navbera her dû aliyan û çareserkirina kêşe û giriftan li berjewendiya Iraq û Herêma Kurdistanê da dibe.
Serok Barzanî ji aliyê xwe ronahî xiste ser peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Bexda û eve jî dûpat kir ku gelê Kurdistanê xwediyê dozeke rewaye û ragihand ku vekirina rûpeleke nû û çareserkirina kêşeyan pêwîste li ser bingeha tewafuq û berçavgirtina şirîkatiyê be û eve jî bi navê dûbarenebûna girift û kêşeyên berê be.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin