Serok Barzanî: Ev lûtkeya sûcdarî û zordestiyê ye!
Serok Mesûd Barzanî, êrîşa Îranê ya bûyî sedema şehîdbûna du welatiyan bi tundî şermezar kir.
RûpelNews - Serok Barzanî, derbarê êrîşa şeva borî de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.
Di peyama xwe de Serok Barzanî wiha got:
“Şeva borî, êrîşeke din a nerewa li ser Herêma Kurdistanê hat kirin û mixabin, di encamê de, li gundê Zergezewiyê yê ser bi parêzgeha Hewlêrê, du sivîlên bêguneh ji aliyê droneke Îranê ve şehîd bûn. Ev lûtkeya sûcdarî û zordestiyê ye; welatiyên bêguneh ên Kurdistanê bi vî awayî, bêyî ti hincet, ji aliyê nefreteke kor ve tên hedefgirtin.”
Serok Barzanî herwiha got, “Şehadeta van her du welatiyên bêguneh em hemû bi xem û kûraniyê tije kir û ez sersaxiya xwe pêşkêşî malbatên van her du şehîdan dikim. Xwedayê Mezin wan bi biheşta berîn şad bike.”
Di dawiya peyama xwe de Serok Barzanî wiha got:
“Şehîdbûna sivîlan li Herêma Kurdistanê ti rûmet û şanaziyê nagire. Vîna gelê kurd ji hemû êrîş, êrîşên hewayî û dronan bihêztir e û qet naşikê. Gelê Kurdistanê pişta xwe daye Xwedê û rastiya doza xwe.”
