Serok Barzanî: Em dixwazin hikûmeteke berfireh bê avakirin

17 mijdar 2024 17:03
Serok Barzanî: Em dixwazin hikûmeteke berfireh bê avakirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 17ê Mijdarê pêşwazî li Balyozê Polonya yê li Iraqê Margîn Kubiak kir û Balyozê Polonyayê bi boneya serkeftina hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û serkeftina Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) pîrozbahî li Serok Barzanî kir. 

Bargeha Barzanî ragihand, Balyozê Polonyayê rola Serok Barzanî û saziyên Herêma Kurdistanê di avakirina aramî û vejîna Herêmê de bilind nirxand û got ku welatê wî girîngiyê dide rola Herêmê li Iraq û navçeyê û Polonya dixwaze pêwendî û dostaniyê di warê perwerde, xwendina bilind, çandinî û di warên din de, bi Herêma Kurdistanê re bi pêş bixe.

Serok Barzanî spasiya Balyozê Polonya yê Iraqê kir û tekezî li ser dostanî û pêwendiyên di navbera her du aliyan kir. Serok Barzanî bal kişand ser hilbijartinên parlamentoya Kurdistanê û got ku beşdarbûna gelê Kurdistanê di hilbijartinan de di keşeke aram de, serê me hemûyan bilind kir. 

Herwiha Serok Barzanî destnîşan kir, ji ber ku hilbijartin bi serketî hatin kirin, qonaxa avakirina hikûmetê û danûstandinên di navbera aliyan de jî dê bi serkeftî bi dawî bibe û got, “Em dixwazin li gorî encamên hilbijartinan hikûmeteke berfireh bê avakirin.”

Herwiha di hevdîtinê de guftûgo derbarê serdana vê dawiyê ya Serokwezîrê Iraqê bo Herêma Kurdistanê, hewlên ji bo parastina aramiya Iraqê û dûrxistina Iraqê ji metirsiyên paşerojê û hevkêşeyên navçeyê de, hat kirin.