Serok Barzanî: Divê pêwendiyên Kurdistan û Koreya Basûr zêdetir pês bikevin

15 rêbendan 2024 23:25
Serok Barzanî: Divê pêwendiyên Kurdistan û Koreya Basûr zêdetir pês bikevin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 15ê Çile li Selahedînê pêşwazî li Konsulê Giştî yê nû yê Koreya Başûr li Hewlêrê Seungcheol Lim kir û pîrozbahî li destbikarbûna wî ya li Hewlêrê kir.

Konsulê Giştî yê Koreya Başûr kêfxweşiya xwe nîşan da ku wek konsulê welatê xwe li Herêma Kurdistanê dest bi kar dike û pêzanînên xwe ji bo rola Kurdistan û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê anîn ziman, ku ji bo azadî û parastina seqamgirî û asayîşê tekoşîn dane.

Seungcheol Lim, behsa pêwendiyên dostane yên di navbera gel û Hikûmeta Herêma Kurdistan û Komara Koreya Başûr kir û amadebûna xwe û welatê xwe nîşan da, ji bo bihêzkirina wan pêwendiyan di hemû waran de.

Serok Barzanî jî pîrozbahiya destbikarbûna Konsulê nû yê Koreya Başûr li Hewlêrê kir û hêviya serkfetinê ji bo wî xwest.

Serok Barzanî, spasiya gel û hikûmeta Koreya Başûr û hêza zeytûnî ya Koreya Başûr kir, ku hevkariya Herêma Kurdistanê kiriye û hêvî xwest ku pêwendiyên herdu aliyan pêş bikevin û zêdetir bên pêşde birin.

Di civînê de, rewşa siyasî û bûyerên vê dawiyê yên li herêmê bi giştî jî hatin axaftin.