Serok Barzanî: Divê hilbijartinên Kurdistanê îsal bên kirin

02 adar 2023 21:58
Serok Barzanî: Divê hilbijartinên Kurdistanê îsal bên kirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 2yê Adarê li Selahedîn bi Balyozê Rûsya yê li Iraqê Elbrus Kutrashev re civiya û destnîşan kir, divê hilbijartin îsal bê kirin û ti cûre nakokiyên siyasî nabe bandora wê li ser encamdana hilbijartinan hebe.

Baregeha Barzanî eşkere kir, di hevdîtina ku Konsulê Rûsya yê li Hewlêrê Maksîm Robîn jî amade bû de, derbarê rewşa siyasî û guherîna hevkêşeyan de li ser asta cîhanî û herêmî, danûstandina fikr û ramanan hat kirin.

Di civînê de, aliyan ronahî xistin ser proseya siyasî ya Iraqê û hewlên hikûmeta nû ya Iraqê ji bo derbasbûna zehmetî û astengiyan.

Hat diyarkirin ku di hevdîtinê de rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin û Serok Barzanî tekez kiriye ku ti cûre nakokiyên siyasî nabe bandora wê li ser encamdana hilbijartinan hebe û divê îsal hilbijartin li Herêma Kurdistanê birêve biçe.

Di beşeke din a civînê de metirsiyên hizra tundrew û terorê hat axaftin û Serok Barzanî bal kişand ser ku ferheng û bîr û baweriya xelkê Kurdistanê rê neda ku tundrewî û hizra terorê di civaka Kurdistanê de cih bigre.

Di civînê de pêwendiyên navbera Rûsya û Herêma Kurdistanê û Iraqê jî hatin axaftin.