Serok Barzanî: Bila ev cejn aştiyê ji bo mirovahiyê bîne
Serok Mesûd Barzanî bi helkefta Cejna Remezanê peyamek belav kir û pîrozbahî li misilmanên cîhan, Iraq û Kurdistanê kir.
|
Türkçe
RûpelNews - Serok Barzanî di peyama xwe de pîrozbahî li malbatên şehîdan, Pêşmergeyan û hemû welatiyên Kurdistanê kir.
Barzanî hêviya serfirazî û bextewariyê ji bo xelkê Kurdistanê xwest û got, "Ez ji Xwedayê mezin dixwazim ku rojî û nimêjên hemû misilmanan qebûl kiribin."
Serok Barzanî her wiha di dawiya peyama xwe de hêvî kir ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê ji bo herêmê û hemû mirovahiyê.
