Serok Barzanî bi wezîrê bergiriyê yê Iraqê re hatin cem hev

13 tebax 2019 00:15
Serok Barzanî bi wezîrê bergiriyê yê Iraqê re hatin cem hev

PeyamaKurd- Li gor ragihandina malpera fermî ya serok Mesûd Barzanî; îro serok Barzanî bi wezîrê bergiriyê yê Iraqê bi Necah Hasan El-Şemerî re hatin cem hev. Hevdîtin li Hewlêrê çêbû.

Di hevdîtinê de li ser mijara peşdeçûnên Iraqê û têkiliyên navbera Hewlêrê û Bexdayê axifîn. Têkoşîna bi İŞİD ê re û mijarên herêmî babetên wan yên din bûn ku li ser wan guftûgo kirin.