Serok Barzanî: Bêgûman aştî ji şer çêtir e

08 nîsan 2026 13:15

Serok Mesûd Barzanî derbarê agirbesta di navbera Amerîka û Îranê keyfxweşiya xwe anî ziman û got, “bêgûman aşitî her dem ji şer çêtir e.”

Serok Barzanî: Bêgûman aştî ji şer çêtir e

RûpelNews - Serok Mesûd Barzanî li ser agirbesta 15-rojî ya ku di navbera Amerîka û Îranê de hatiye ragihandin daxuyaniyek da.

Barzanî da zanîn ku ew hêvîdar e ku ev agirbest dê aştiyeke mayînde bîne herêmê.
Serok Barzanî di daxuyaniya li ser hesabê xwe yê platforma Xê belav kiriye, wiha got: "Em hêvîdar in ev agirbesta navbera Amerîka û Îranê aştiyeke mayînde, ewlehî û bextewerî ji bo herêma me bi dest bixe û bibe destpêkek ji bo dawîhatina yekcarî ya wan kêşeyên ku li herêma me hene."

Barzanî helwesta xwe ya li ser çareserkirina aloziyan bi vê hevokê bi dawî kir: "Bêguman, her tim aştî ji şer çêtir e."