Serlêdana ji bo Sêx Seîd encam da: Dadgehê ji berpirsan belge û zanyarî xwestin
PeyamaKurd-Serlêdana Baroya Diyarbekirê û Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd a ji bo eşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd û hevalên wî, encam da. Hat ragihandin ku Dadgeha 5emîn a Îdarî ya Enqereyê, ji Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê, dosyeya Şêx Saîd û hevalên wî xwestiye.
Komeleya Perwerdehî, Çand û Hevkariyê ya Şêx Seîd, neviyê Şêx Seîd; Kasim Firat û Baroya Diyarbekirê, ji bo eşkerekirina cihê gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî yên di sala 1925an de li Diyarbekirê hatibûn darvekirin, di 15ê Sibata 2022yan de serî li Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê dabû lê wezaretê serlêdan bê bersiv hiştibû. Li ser vê yekê jî xwediyên dozê serî li Dadgeha 5emîn a Enqereyê dabû.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê parêzerên Baroya Diyarbekirê ve hatin ragihandin, Dadgeha Enqereyê serlêdan qebûl kiriye û ji Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê xwestiye ku di nav 30 rojan de kopiyên erêkirî yên hemû belge û zanyariyên di derbarê cihê gorên Şêx Saîd û Hevalên wî de ji bo dadgehê werin şandin.
Ji aliyê rayedarên Baroya Diyarbekirê ve hat ragihandin ku di hegera ku wezaret vê daxwazê red bike de ew ê mijarê bigihînin Dadgeha Bilind a Daniştayê û heger ew jî bê encam bimîne, ew ê daxwaza xwe bigihînin Neteweyên Yekbûyî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin