Serkirdeyekî YNKê serdana vesartî ya Tirkiye û MÎTê eskere kir

17 nîsan 2022 21:11
Serkirdeyekî YNKê serdana vesartî ya Tirkiye û MÎTê eskere kir

PeyamaKurd – Nûçeya medya Silêmaniyê ya serdana serkirdeyên Yekîtiya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) ya Tirkiyê, ji aliyê serkirdeyekî YNKê ve hat piştrast kirin û hat eşkere kirin ku bi serokê Saziya Îstixbarata Tirkiyê (MÎT) Hakan Fîdan û rayedarên Tirk re li ser pêwendiyên YNK û Tirkiyê civiyane.

Malpera bi navê Draw Media ya navenda wê li Silêmaniyê ye, beriya çend rojan derbarê vê serdana veşartî ya YNKê bo Tirkiyê de nûçeyek belav kiribû û dabû xuyakirin, şandeke YNKê bi rengekî veşartî çûye Tirkiyê û bi berpirsên Tirkiyê re li ser pêwendiyên YNK û Tirkiyê hevdîtin kiriye.

Her çiqas YNKê bi fermî ev serdan ranegihandiye jî serkirdeyekî YNKê yê nexwestiye navê wî bê eşkerekirin, serdana şanda YNKê ya Tirkiyê ku bi awayekî veşartî hatiye kirin piştrast kir û got, belê rast e şandeke YNKê çûbû Tirkiyê.

Serkirdeyê YNKê ji BasNewsê re daye xuyakirin, di şanda YNKê de Qubad Talebanî, Bafil Talebanî û Derbas Kosret Resûl cî girtine û bi berpirsê MÎTa Tirkiyê Hakan Fîdan û çend berpirsên din yên Tirkiyê re hevdîtin kirine.

Li ser naveroka hevdîtinan jî gotiye, YNKê daxwaz ji Tirkiyê kiribû pêwendiyên xwe bi YNKê re normal bike û êdî bi guman li wan nenêre û YNK jî ji bo wê yekê çi pêwîst bike wê bike.

Serkirdeyê YNKê gotiye, “Bafil Talebanî pismamê xwe Lahûr Cengî bi wê yekê tohmetbar kiribû ku piştevaniya PKKê dike û rê dide xebatên PKKê loma pêwendiyên YNK û Tirkiyê xirab bûne. Lê êdî ew pirsgirêk nemaye û bila Tirkiye pêwendiyên xwe normal bike. Berpirsên Tirkiyê jî ji wan re gotine, ew ê çavdêriya rewşê bikin, her gava YNKê sozên xwe bicih anî dê pêngavên pêwîst bavêjin.”

Herwiha wî serkerdeyî daye xuyakirin, şanda YNKê di serdana Tirkiyê de pir hewl daye ligel Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan yan jî Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu bicive, lê berpirsên MÎTê destûra wan nedane.