Sererkanê Artêsa Brîtanya: Metirsiya serekî nû yê cîhanê zêde bûye

09 mijdar 2020 01:37
Sererkanê Artêsa Brîtanya: Metirsiya serekî nû yê cîhanê zêde bûye

PeyamaKurd – Sererkanê Artêşa Brîtanyayê Nick Carter, rewşa aloz a cîhanê, nediyariya heyî û krîza aborî ya ku ji ber pandemiya Covid-19 bûye sedem jê re bibîr xist û got, ev yek metirsiya derketina şerê sêyem ê cîhanê zêde dike.

Carte di merasîmeke bîranîna endamên artêşê de bal kişand ser ku li gelek deverên dinyayê rageşî hene û di hewlên çareseriya wan de şaşî têne kirin û got, dibe ku li demeke nêzîk şer û pevçûnên berfireh rû bidin ji ber rewş ber bi nediyariyeke metirsîdar ve diçe.

Nick Carter, da zanîn ku ji ber vê nediyariyê û zêdebûna aloziyan ku yek ji wan jî krîza aborî ya ji ber koronayê derketiye holê ye, metirsiya şerekî cîhanî zêde bûye û divê li gorî wê plan û amadekarî bêne kirin.