Serê sibê giliyê wî ji polîs re kir û pistî nîvro kust

27 tebax 2023 02:50
Serê sibê giliyê wî ji polîs re kir û pistî nîvro kust

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Erzeromê li navça Palandokenê li taxa Emre kesê bi navê Ümit D. giliyê Bunyamin Karatay kir û got ku wî tehdîd kiriye. Piştî nîvro Karatay çû mala Umit D. û Umit D. bi çeka mezin Karatay kuşt.

Umit D. serê siba diçe qereqola polîsan ya bi navê Yenişehirê û giliyê Karatay dike ku Karatay wî tehdîd kiriye. Karatay piştî nîvro diçe mala Umit D. û di navbera wan de munaqeşe çêdibe. Umit D. bi çeka mezin li Karatay dixe, wî dikuje û direve. Tîmên tenduristiyê diçin ciyê bûyerê û dibînin ku Karatay miriye.

Umit D. piştî direve, polîs didin ser şopa wî û wî bi çeka wî ve digrin. Cenazê Karatay ji bo otopsiyê dibin Tiba Edlî ya Erzeromê.