Serê sala 2021ê vîzeya gestiyarî ya navbera Iraq û Tirkiyê tê rakirin

20 berfanbar 2020 21:07
Serê sala 2021ê vîzeya gestiyarî ya navbera Iraq û Tirkiyê tê rakirin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku biryar e serê sala 2021ê civînek di navbera herdu aliyên Tirkiye û Iraqê de pêk were û di sala nû de vîzeya navbera Iraq û Tirkiyê were rakirin.

Balyozê Iraqê yê Enqerê Hesen Cenabî, ragihandiye ku di meha bê de civîneke girîng di navbera Iraq û Tirkiyê de tê lidarxistin û biryar li ser çalakkirina rêkeftina 2009ê tê dayîn ku li ser çûnûhatina bê vîze ya welatiyan e. 

Hesen Cenabî gotiye, “Yek ji mijarên sereke yên serdana şanda Hikûmeta Iraqê bi serokatiya Mistefa Kazimî bo Enqere vegera rêkeftina sala 2009an ya taybet bi rakirina vîzeyan bû ku ji ber metirsiyên ewlekariyê ji aliyê Tirkiyê ve hatibû rawestandin.”

Cenabî diyar kiriye wê di civîna bê lidarxistin de, ew mijar were zelalkirin û vegerin ser rêkeftina 2009an.