Sûriye | Rapora îskence û kustinên zindanan a serê 10 salan hat belav kirin
PeyamaKurd - Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan girtin û îşkenceyên di girtîgehên rejîma Sûriyê û komên opozîsyonê de yên ji Adara 2011an ve belav kir.
Li gorî raporê 14537 kes di zîndanên Sûriyê de di bin îşkenceyan de hatine kuştin ku piraniya wan bi destê rêjîma Sûriyê pêk hatiye.
Bi boneya Roja Piştevanîkirina li Qurbaniyên Îşkenceyan ku dikeve roja 26ê Hezîranê, Tora Sûrî ya Mafên Mirovan rapora xwe ya salane ya dehemîn li ser îşkenceyên ku di zindanên Sûriyê de tên kirin belav kir.
Li gorî raporê ji Adara sala 2011an ve herî kêm 14 hezar û 537 kes di bin îşkenceyan de hatine kuştin ku 180 ji wan zarok û 92 jî jin in.
Tora Sûrî ya Mafên Mirovan daye xuyakirin, ji destpêkê ve xwepêşander û siyasetmedar bi awayekî ne yasayî hatin girin û rastî lêdan û îşkenceyê hatin û rê ji bo wan nehat dayîn pêwendiyê bi malbatên xwe û parêzeran re bikin.
Di raporê de tê gotin, îşkenceya ku rêjîma Sûriyê di zîndanên xwe de dike “dirêj û bêdawî” ye, bi awayekî ti sînorek ji îşkenceyan re tune ye. Piraniya qurbaniyên îşkenceyan jî ji parêzgha Hums û Der’ayê ne.
Tora Sûrî daye xuyakirin, hemû aliyê krîza Sûriyê jî gelek awa û şêweyên îşkencedanê ji rêjîma Sûriyê birine û bi kar tînin, wek lêdanên bi awayên curbicur, bikaranîna elektrîkê, kişandina li pişt otomobîlan, birçîkirin û hiştina demên dirêj di zindanên bi tenê de.
Di raporê de ev zanyarî hatine belav kirin:
Di zîndanên rêjîma Sûriyê de 14 hezar û 388 kes hatine kuştin, ji wan 173 zarok û 74 jin in.
Li cem DAIŞê 32 kes hatin kuştin, di nava wan de zarokek û 14 jin hene.
Di girtîgehên Desteya Tehrîr El-Şamê de 28 kes hatin kuştin, di nava wan 2 zarok bûn.
Di girtîgehên Hêzên Sûriyeya Demokratîk de 67 kes hatin kuştin, di nava wan de 2 zarok û di jin heye.
Di girtîgehên “Artêşa Niştimanî” a opozîsyona Sûriyê de 47 kes hatine kuştin, di nava wan zarokek û jinek heye.
Bi destê hin aliyên din 25 kes di bin îşkenceyan de hatine kuştin, di nava wan de zarokek û jinek hene.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin