Serê li Hudeyde bû sedema koça 34 hezar malbatî

16 tîrmeh 2018 21:11
Serê li Hudeyde bû sedema koça 34 hezar malbatî

PeyamaKurd- Li bajarê Hudeyde ku bajarê Yemenê ye, ev mehekiye ku şerê tê de dijwar bûye û bûye sedem ku 34 hezar malbat koçî deverên bi ewle kirine. Ragihandina rêjeyê ji aliyê Neteweyên Hevgirtî de hat kirin.

Ofîsa Koordînasyona Karên Mirovî yê Neteweyên Hevgirtî (OCHA) bi grûbên ku karên mirovî bo bajêr dikirin re hevkarî kirin û raporekî amade kirin. Di raporê de tê gotin ku ji serê meha hezîranê heya niha jimara malbatên ku ji bajarê Hudeyde koç kirine gihaye 34 hezarî.