Îlham Ehmed: Rêvebiriyeke yekalî li Sûriyeyê wê bibe sedema serê navxweyî

03 sibat 2025 17:57
Îlham Ehmed: Rêvebiriyeke yekalî li Sûriyeyê wê bibe sedema serê navxweyî

PeyamaKurd – Hevseroka Desteya Karûbarên Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed hişyarî da û diyar kir ku rêveberiyeke yekalî wê li Sûriyeyê dibe sedema şerê navxweyî.

Hevseroka Desteya Karê Derve ya Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Îlham Ehmed di hevpeyvînekê de li gel rojnameya îsraîlî The Jerusalem Postê nirxandinên girîng kirin derbarê pêkhateyên rêveberiya li Sûriyê, metirsiya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) û pêşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û rola aktorên navneteweyî de.

“Li Sûriyeyê wê bibe sedema şerê navxweyî”

Îlham Ehmedê bal kişand ser cudahiyên dîtinê yên di navbera rêveberên nû yên Şamê û rêveberiya Xweser de ye û tekez kir ku ne mimkin e ku Sûriye di bin banekê de were yekkirin û diyar kir:

“Li Sûriyeyê ji aliyê leşkerî û îdarî ve gelek parçebûn hene. Li bakurê rojhilatê Sûriyeyê Rêveberiya Xweser heye. Bajarên peravê rewşên wan yên taybet hene. Civakên durzî rêveberî û hêzên xwe yên parastinê ava kirin. Li Idlibê jî rêveberiyên wan hene. Niha jî ji nişka ve, eger hewl bê dayîn van hêmanan di bin sîstemeke yekbûyî de bike yek, ew ê bibe sedema şerê navxweyî. Ev dê bibe senaryoyek ku nayê qebûlkirin ji bo deverên cuda yên Sûriyê.”

Pêşeroj û xetereya HTŞyê

Ehmedê anî ziman ku dibe ku Heyet Tehrîr el-Şam (HTŞ) bibe armanca kontrolkirina tevahiya Sûriyeyê, got:

“Fikar hene ku HTŞ li Sûriyeyê bir ola ‘desthilatdariya tekane’ rabe û firsendê nede komên din ku tev li wê bibin. Em paşeroj û dîroka HTŞyê dizanin. Ew îdîa dikin ku niha hatine guhertin, lê pir zû ye em ku encamekê li ser vê yekê derxînin.”

Ehmedê her wiha diyar kir ku ew li dij in HTŞ ji lîsteya terorê bê derxistin û rakirina ambargoyên li ser Sûriyeyê ne:

“Heger HTŞ ji lîsteya terorê bê derxistin û ambargoyên li Sûriyeyê bên rakirin, HTŞ wê rêveberiya Sûriyeyê bigire dest xwe, pergala xwe ava bike û îdeolojiya xwe neguherîne. Ev nayê qebûlkirin.”

Pêşeroja HSDyê û senaryoya mihtemel a yekbûnç

Wê der barê paşeroja Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de jî got, ew amade ne ku di bin hin şert û mercan de tevli artêşeke nû ya Sûriyeyê bibin:

“Ti kêşeya me bi wê yekê nîne ku HSD beşek ji wezareta berevaniyê yan jî artêşa fermî ya Sûriyê be - lê bi statûya xwe ya taybet. Divê HSD di birêvebirina tevahiya artêşê de rola xwe hebe.”

Ehmed her wiha bal kişand ser îhtîmala pevçûna di navbera HTŞ û HSDyê de û destnîşan kir ku di vê mijarê de rola Amerîkayê wê krîtîk be.

Hebûna Amerîka li Sûriyê wê berdewam be?

Îlham Ehmedê amaje bi girîngiya hebûna hêzên Amerîkayê li rojhilatê Firatê kir û got, êrîşên Tirkiyeyê cesaretê didin DAIŞê û weha berdewam kir:

“Di serê salê de gelek êrîşên DAIŞê li Amerîkayê pêk hatin. Êrîşên DAIŞê yên li herêma me jî zêde bûne. Êrîşên Tirkiyeyê cesaretê didin DAIŞê. Li gorî van hemûyan ez li bendê me ku rêveberiya DYAyê di vê mijarê de zelal be.”

Peywendiyên bi Îsraîlê re

Ehmedê peywendiyên di navbera Îsraîl û rêvebiriya Rojavayê Kurdistanê jî nirxand û ev bersiva dîplomatîk da:

“Ji krîza Rojhilata Navîn hewce dike ku her kes fêhm bike ku divê Îsraîl û gelê cihû jî di çareseriya demokratîk a herêmê de cih bigirin. Ji bo ewlekariya herêmên sînor ên Sûriyeyê divê her kes di çareseriyê de cih bigire û Îsraîl jî ji bo çareseriya demokratîk a herêmê, ji wan aliyan yek e ku dê rola wê pir girîng be.”