Şerê Îsraîl û Lubnanê: Piştî 30 salan yekem car danûstandinên rasterast
RûpelNews - Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku serokên Îsraîl û Lubnanê dê danûstandinên rasterast bikin. Hat ragihandin ku civîna plankirî dê piştî 30 salan bibe yekem danûstandina dîplomatîk a rasterast di navbera her du welatan de.
Îsraîl û Lubnan cara dawî di çarçoveya Konferansa Madrîdê ya sala 1991an rasterast civiyabûn. Piştî vê pêvajoyê, danûstandinên dualî li Washingtonê heta sala 1993an berdewam kirin, lê alî nekarîn bigihîjin peymaneke aştiyê.
Ji danûstandinên nerasterast ber bi yên rasterast ve…
Ji destpêka salên 1990î ve, pêwendiyên di navbera her du welatan de bi giranî bi rêya kanalên nerasterast hatine meşandin. Her çend qanûneke sala 1955an a ku li Lubnanê di meriyetê de ye, têkiliyên rasterast û peywendiyên bazirganî bi Îsraîlê re qedexe dike jî, pêvajoyên diyalogê bi piranî bi rêya Hêza Demkî ya Neteweyên Yekbûyî ya li Lubnanê (UNIFIL) û navbeynkarên Amerîkî hatine domandin.
Her çend hîn ne diyar be ka gelo ji aliyê partiyan ve derbarê daxuyaniya Trump de ti piştrastkirineke fermî heye an na, tê nirxandin ku eger civîneke wiha pêk were, ew dikare ji aliyê têkiliyên dîplomatîk ên li herêmê ve bibe pêşketineke girîng.
