Serê bazirganiyê bi Amerîka re me xurt dike
PeyamaKurd- Rojnama “Rojeva Xelkê” ya Partiya Komunîst ya Çînê gotarekî belav kir û di gotarê de hat gotin ku şerên bazirganiyê yên navbera Çîn û Amerîkayê, Çînê xurt dike.
Di gotarê de tê gotin: “Şerê baziganiyê dê hêz bide Çînê da Çîn di asta bilind de mezin bibe. Çîn dê ti carî wê li ber kesî çok nede.”
Gotar balê dikşîne ser bi biryarbûna parastina mafên netewî û îtîbara Çînê û weha dibêje:
“Em li hemberê şerê bazirganiyê serî danaynin, berevajî bo peşdeçûneka xurt hêzê dide me. Çîn di dîroka xwe ya 5 hezar salî de çi firtûneyan û sergêjahiyan dîtiye. Hêza me 1.4 mîlyar Çîniyan heye, em bi xwe bawerin û hêza me ya berxwedanê heye.
Di demen dawiyê de Çîn û Amerîka di warê bazirganiyê de diber hev didin û ji hev re kapan davêjin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin