Serê Amerîka û Çînê yê sîxurî fireh dibe

25 tîrmeh 2020 19:33
Serê Amerîka û Çînê yê sîxurî fireh dibe

PeyamaKurd- Krîza sîxurî an ya casûsî di navbera Amerîka û Çînê de her diçe firehtir dibe. Li Amerîkayê hemwelatiyekî Sîngapûrê îtîrafê kir ku ew bo Çînê sîxurî dike. Rêvebiriya Amerîkayê dibêje ku hemwelatiyê Sîngapûrê Jun Wei Yeo, xebatên xwe yên şêwirmendiya siyasî bo civandina îstîxbarata bo Çînê bikartîne û wî tewanbar dike. Li gor ragihandina wezareta dadê ya Amerîkayê; kesê ku weka Dickson Yeo jî tê nasîn yê bi navê Jun Wei Yeo, roja înê di îfadeyên xwe yên Dadgeh a Federal de sûcê xwe qebûl kiriye ku di navbera salên 2015 û 2019an de, bo dewleta Çînê li dijî qanûn bo Çînê casûsiyê kiriye.

Li aliyê dinê bi sedema ku têkiliyên xwe bi artêşa Çînê re veşartiye, jinekî mamoste ya zankoyê, li California yê hat binçavkirin. Juan Tang jî duhî li Amerîkayê hatibû girtin û di sitendina vîze ya Amerîkayê de têkiliyên xwe yên bi artêşa Çînê re veşartibû. Paşî FBI wêneyên wî yên bi cilên leşkerann bidest xistibû.

Têkiliyên navbera Amerîkayê û Çînê hatibûn asta ku Amerîka konsoloiya Çînê ya li San Fransisco yê bi veşartina Tang sûcdar dikir. Heya niha jî nehat gotin bê Tang çawa hatiye girtin.

Zanko ya California ya Davis, got ku Tang li Fakulteya Radyasyon ya Onkoloji yê weka lêkolînerê mêvan dixebitî û di meha hezîranê de ji kar derketiye.