Pistî Rûsya û Amerîkayê Çînê jî li ser serê Qerebaxê daxuyanî da
28 îlon 2020 20:18
PeyamaKurd – Piştî bangên rawestandina şerê navbera Ermenistan-Azerbaycanê li herêma Qerebaxê yên Amerîka, Rûsya û Ewropayê welatê Çînê bangewaziyek li herdu aliyan kir.
Berdevkê Wezareta Derve yê Çînê Vang Vınbin, li paytext Pekînê di civîne rojnamevanî de li ser mijarê da xuyakirin ku berdewama seqamgerî û aştiya li herêmê di berjewendiya herdu aliyan de ye.
Vang got, “Em hêvî dikin hemû aliyên pêwendîdar bi aramî tevbigerin ji bo kêmkirina rageşiyê û çareseriyê serî li diyalogên siyasî bidin.”
Li aliyê din artêşa Azerbaycanê şer berfireh kiriye û hewl dide hêzên Ermenistanê ji herêmê derxe ku Tirkiye jî piştevaniya wê dike.
Zêdetirîn hatine xwendin
Nûçeyên têkildar
Cîhan
Tankêrên Rûsya û Amerîkayê hatin beramberî hev
07 rbn 2026
Jiyan
Rûsya û Çînê pêsnûmeya qanûna Xezzeyê ya bi sert a Amerîkayê veto kirin!
23 adr 2024
Jiyan

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin