Serdozgeriya Holanda biryar da 41 endamên malbatên DAISê ji Rojava bên vegerandin

13 gulan 2022 14:22
Serdozgeriya Holanda biryar da 41 endamên malbatên DAISê ji Rojava bên vegerandin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Serdozgeriya Holandayê ji bo 12 jin û 29 zarokên malbatên DAIŞê yên Holandî ku li kampên Hesekê yên Rojavayê Kurdistanê dimînin, biryara vegerandina wan da.

Li gorî nûçeya dezgeha NOS a fermî li Holandayê, serdozgeriyê ji bo lêpirsîn û dadgehkirina wan bê kirin ev biryar daye û berdevkê dadgeha Holandî jî biryara vegerandina wan endamên malbatên DAIŞê piştrast kiriye.

Hêjayî gotinê ye, cara yekem e ku dadgehên Holandî ji bo vegerandina hejmarek zêde ya welatiyên endamên malbatên DAIŞê biryareke wiha dide.

Herî dawî 5 jin û 11 zarokên DAIŞê yên kampên Rojavayê Kurdistanê, ji aliyê Holandayê ve hatibûn vegerandin û tohmeta plankirina êrîşa terorê ya ser wan jî hatibû parvekirin.