Serbazeke din ê Amerîka di êrîşên Îranê de hat kuştin

02 adar 2026 13:46

Artêşa Amerîkayê ragihand ku ji destpêka operasyonên li dijî Îranê ve serbazekî din jiyana xwe ji dest daye, û bi vê yekê hejmara giştî ya miriyan gihîşt çar kesan.

Serbazeke din ê Amerîka di êrîşên Îranê de hat kuştin

RûpelNews - Di daxuyaniya duh a CENTCOMê de hatibû ragihandin ku sê serbaz hatine kuştin û pênc jî bi giranî birîndar bûne.

Di daxuyaniya herî dawî de hat diyarkirin ku serbazek din ku di êrîşên destpêkê yên Îranê de bi giranî birîndar bûbû, tevî midaxeleya bijîşkî jiyana xwe ji dest da.

Berpirsên leşkerî diyar kirin ku operasyonên şer ên berfireh li herêmê berdewam dikin û hewldanên ji bo bersivdana êrîşan jî didomin.

Êrîşên Amerîka û Îsraîlê û bersivdana Îranê

Îsraîl û Amerîka di 28ê Sibatê de êrîşeke leşkerî li ser Îranê dan destpêkirin.

Îranê bi êrîşên li ser armancên ku li Qeter, Îmarat û Behreynê, ku baregehên Amerîkayê lê hene, û herwiha li ser Îsraîlê destnîşan kiribû, bersiv da.

Di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de, gelek rayedarên pilebilind hatin kuştin, di nav wan de Rêberê Îranê Elî Xameneyî jî hebû.

Heyva Sor a Îranê ragihand ku di bombebarana li ser welêt de 555 kes hatine kuştin û 747 kes jî birîndar bûne.