Seqiz | Hezên ewlehiyê yên Îranê gule bera xwepêsanderan dan

08 mijdar 2022 14:48
Seqiz | Hezên ewlehiyê yên Îranê gule bera xwepêsanderan dan

PeyamaKurd – Hezên ewlehiyê yên Îranê li bajarê Seqiz ê Rojhilatê Kurdistanê gule bera xwepêşanderan dan.

Li gor zanyariyan, li bajarên Sine û Seqizê xwepêşandanên tund birêve çûn û li çend taxên wan her du bajarên Rojhilatê Kurdistanê şer û pevçûn di navbera xwepêşander û hêzên emnî de derket.

Hat zanîn ku li Seqizê gule bera xwepêşanderan dane. Li bajarên Merîwan, Bokan û Mihabadê jî xwepêşandan û nerazîtiyê heta derengiya şevê berdewam bûn.