Hêzên ewlehiyê yên Îranê kolberekî Kurd bi guleyan kustin

12 îlon 2022 15:29
Hêzên ewlehiyê yên Îranê kolberekî Kurd bi guleyan kustin

PeyamaKurd – Hêzên ewlehiyê yên Îranê, kolberekî ji bajarê Seqizê yê Rojhilatê Kurdistanê bi guleyan kuştin.

Li gor rêxistina Hengawê îro Duşemê 12ê Îlona 2022an belav kir, kolberê Kurd Rizgar Mihemedzade yê 40 salî şeva 11ê Îlonê dema di karê kolberiyê de bû, li sînorê Banê bi guleyên hêzên ewlehiyê yên Îranê hat kuştin.

Herwiha rêxistina mafên mirova dibêje, hêzên ewlehiyê yên Îranê ji mewdayeke nêzîk ve gule li kolberê Kurd Rizgar Mihemedzade reşandine.

Di berdewamiyê de eşkere kir, termê wî kolberî rakirine nexweşxaneya Selahedîn a bajarê Bane.