Sendîkaya Rojnamegeran: Serdegirtina Saziya Çawdêrê metirsiya li ser azadiya ramanê ye
PeyamaKurd - Komîteya Parastina Azadiya Çapemeniyê û Mafên Rojnamegeran a girêdayî Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, di derbarê serdegirtina Saziya Rewşenbîriyê ya Çawdêrê û Navenda Çanda Galawêj a li Girê Endaziyaran a Silêmaniyê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya ku îro hate dayîn de hate gotin ku "Di dema ku Kurdistan ber bi hilbijartinên Parlamenê ve diçe û herêma me di qonaxeke hestiyar re derbaz dibe de, welatî ji ber aloziyên siyasî ketine rewşeke ne aram a derûnî."
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku duh, "yekîneyeke komando ya dûrî rêgezên exlaqî û qanûnî" avêtine ser Saziya Rewşenbîrî ya Çawdêrê, sazî girtine û dest danîne ser hemû kelûpelên wê û wiha hate gotin: “Wekî komîsyon, ji bo parastina azadiya çapemeniyê û mafên rojnamevanan, em bi tundî van reftarên li dijî her cure saziyên çandî û ragihandinê şermezar dikin û weke metirsiya li ser azadiya raman û tevgera çandî ya gelê Kurdistanê dibînin.”
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku zextên li ser saziyê "binpêkirina hemû prensîbên hiqûqî û hiqûqa çapemeniyê û azadiya derbirînê ye" û wiha hate domandin: "Di heman demê de di nav gelê herêmê de rewşeke bêbawerî, fikar û bêhêvî çêbûye. Ji ber vê sedemê em daxwaz dikin ku di zûtirîn demê de çalakiyên bi vî rengî bêne rawestandin û mafê xebatê yê vê saziyê lê bê vegerandin.”
Di daxuyaniyê de her wiha hat destnîşankirin ku dema lêkolîna li ser sazî û dezgehên çapemeniyê divê Qanûna Rojnamegeriyê ya jimare 35 a sala 2007an li ber çavan bê girtin.
Çi bûbû?
Îro, di demjimêr 17:00an de hêzên komando yên bajarê Silêmaniyê bi ser baregehên siyasetmedar û rewşenbîr Mela Bextiyar, Saziya Rewşenbîrî ya Çawdêrê û Navenda Çanda Galawêcê de girtin.
Hêzên komando yên girêdayî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) parazvanên saziyê ji karê wan dûr xistin û hemû alavên rêxistinê desteser kirin.
Saziya Rewşenbîrî ya Çawdêr di daxuyaniya xwe ya di derbarê mijarê de got: "Em weke Saziya Rewşenbîrî ya Çawdêr vê biryarê bi tundî şermezar dikin û di warê azadiya nivîsandinê, azadiya ramanê û azadiya wijdanê de weke geşedaneke metirsîdar dibînin."

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin