Senatoya Amerîkayê dixwaze zextê li Macarîstanê bike
PeyamaKurd – Endamên payebilind ên Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) diyar kirin ku ew dixwazin Macarîstan demildest endamtiya Swêdê ya di NATOyê erê bike û peyam dan ku eger ev gav neavêje, dikare ziyana mayinde li têkîliyên Budapeşta yên bi Washingtonê bike.
Serokê Komîteya Têkiliyên Derve ya Senatoya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) Ben Cardin got ku "fikarên wî yên kûr" li ser hukûmeta heyî ya Macarîstanê hene. Senator Cardin diyar kir ku Serokwezîrê Macarîstanê Viktor Orban heta niha alîkariya ku Yekîtiya Ewropayê (YE) wê ji Ûkraynayê re bişîne dereng xistiye û astengiya li pêşiya endamtiya Swêdê ya NATOyê didomîne. Cardin got: "Hevkar van tiştan nakin. Ez jî dipirsim gelo (Macarîstan) hevalbendek pêbawer e ji bo bernameya me ya rakirina vîzeyê."
Bernameya Rakirina Vîzayê ji hemwelatiyên 41 welatan re derfetê dide ku kêmtir ji 90 rojan bêyî wergirtina vîzeyê serdana Dewletên Yekbûyî bikin.

Şîrove (0)
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin